Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Derve Kerry Îran û Sûrîye Hişyar Kirin


John Kerry.
John Kerry.
Wezîrê Derve yê Amerîkî John Kerry rejîmên Îran û Sûrîyê hişyar kirin.

Birêz Kerry got ku divê hikûmetên Tehran û Şamê guherînkarîyan bikin, yan jiber helwêstên xwe rû bi rûya derencamên xirab dibin.

Wezîrê Deve got ku Amerîka qebul nake Îran bibe xwedan çekên navokî.

Birêz Kerry herwiha bi tundî rejîma Sûrîyê rexne kir û got ku Amerîka bi tundî kuştina xelkê sivîl şermezar dike.

Wezîrê Derve ligel rêberên Brîtanya û Almanyayê kom bû û herwiha bi rêberên Fransa, Îtalya, Tirkîyê, Misir, Erebistana Saudî, Îmarat û Qeterê dicive di yekem geşta xwe ya derveyî Amerîka de wek wezîrê derve.
XS
SM
MD
LG