Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Berfirehkirina Alîkarîya Nekujêr jibo opozîsyona Sûrî Difikre


Hate ragihandin ku Amerîka berfirehkirina alîkarîya nekujêr jibo opozîsyona Sûrîyê dide ber çavan.

Karbidestên Amerîkî û Ewropî dibêjin, Qesra Spî hîn vê plana nû dide ber hev, li vê dema ku Wezîrê Derve yê Amerîkayê John Kerry geşta xwe ya derveyî welêt, bi kombûnên ligel rêberên Ewropa û Rojhilata Navîn didomîne.

Amerîka heta niha alavên peywendîyê pêşkêşî serhildayên dijî Serokê Sûrîyê Beşar Esed kirîye.

Karbidest li dijî şandina alîkarîya leşkerî sekinîne, jiber tirsa ku çek têkevin destên şervanên Îslamî.

Hefteya borî, wezîrên derve yên Yekîtîya Ewropayê lihev kirin ku embargoya çekan li dijî Sûrîyê dirêj bikin, derî jibo pêşkêşkirina bêtir alîkarîya ne kujer bo parastina sîvîlan vekirî hişt.

Biryar e Wezîrê Derve yê Amerîka John Kerry vê hefteyê ligel endamên opozîsyona Sûrîyê kom bibe, li dema ku konferansa “Hevalên Sûrîyê” li Roma’yê lidar dikeve.
XS
SM
MD
LG