Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict Cara Dawî Derket Pêş Bawermendan


Papayê Vatîkan’ê Benedict, wek serekê Dêra Roman Katolîk civîna xwe ya girseyî ya dawî pêk anî, berî ku sibe Pêncşemê dest ji karê xwe berde.

Pope Benedict îro Çarşemê li Meydana St. Peter hate dîtin da ku rêbertîya nimêjan bikin û jibo cara dawî ligel bawermendên xwe kom bibe.

Dora 50.000 bilêt jibo helkeftê hatibûn belav kirin û paşê dîyar bû ku bi hezaran kes beşdarî helkefta dîrok bibûn.

Di gotara xwe de, Pope Benedict got, tevî rewşa nexweş ku kenîse li dema tê de derbaz bû, dê Xwedê nehêle ku ev dezgeha olî wenda bibe.

Papayê Vatîkan’ê herwiha daxuya kirin ku wê bawerîyeke mezin bi paşeroja Dêra Roman Katolîk heye.
XS
SM
MD
LG