21ê Sibatê wekî Roja Navnetewî ya Zimanê Dayikê tê li seranserê cîhanê tê pîrozkirin. Bi vê helkeftê Eyyub Subaşi, hevserokê berê yê Enstituya Kurdî li Stenbolê behsa rewşa zimanê Kurdî dike.
Mêhvan Berwarî behsa alîkaiyên ji Herêma Kurdistanê bo Rojava dike û dibêje, bûyerên li Rojava bûn sedema helwestek Kurdî niştîmanî seranserî.
Di demekê de ku metirsîyên hêzên ser bi hikûmeta demkî ya Sûrîyê ve didomin, rewşa mirovahî li deverên Rojava xirab dibe, bi taybet li Kobanîyê.
Civata Kurdî li Virginia li ser hilbiatinên seroktîyê xwedîyê nêrînên curbicur e. Wekî tevahîya Amerîka, Kurd jî girîngîyeke mezin didin rewşa aborîyê û hêvî dikin ku jîyana wan baştir be. Jibo Kurdan sîyaseta derve ya her du berbijaran jî girîng e jiber ku ew welatê xwe di dilê xwe de zindî digirin
Mala Kurdî rêxistineke serbixwe ye ku dixwaze civaka Kurdî bîne cem hev, xizmetên curbicur yên wek şîretvanîya qanûnî, lêgerîna kar û perwerdeyê, piştgirî û fînansekirina projeyên biçûk jibo kesên nûhatî pêşkêş bike. Mala Kurdî herwiha çalakîyên çandî jî encam bide.
Karbidestên payebilind yên Tirk û Îraqî jibo pêşvebirina hevkarîya ser ewlehîyê li Enqerê hevdîtinên di asta bilind de dikin. Çavdêr dibêjin ku Tirkîye dixwaze mercên xwe yên têkbirina şervanên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi cîh bîne, lê nayê zanîn ka Tirkîye dê bo Îraqê çi bike.
Damezrênerê malpera Wikileaks Julian Assabge roja Carşemê wekî kesekî azad vegerîya welatê xwe Australya, piştî ku peymanek ligel dozgerên Amerîkî derbarê tawanên sîxurîyê îmze kir. Vê peymanê dozeke qanûnî ya 14 salan bi dawî anî.
Zachary Sasim piraniya jiyana xwe li Bulgaristanê di şêwekariyê de derbas kir û ji sala 2004an ve dema ku hate Amerîkayê, wî rêzgirtina civata Washington paytex bi dest xist. Tabloyên wî ne tenê di gelek malan de, lê di nivîsgehên hukûmeta federal de jî hatine daliqandin.
Her sal 19'ê Hezîranê li Amerîka Roja Juneteenth bi şahî û kêfxweşî tê pîroz kirin. Juneteenth tê wateya 19’ê Hezîranê ku nîşana wê rojê ye sala 1856’an e ku hîngê şerê navxweyî yê Amerîka û pê re jî sîstema koledarî bi fermî bi dawî bûbû.
Sazîya Asia Heritage "Festîvala Asia Fiesta" li Washingtona paytext bi awayekî salane birêve dibe. Ji 2006'an ve, Asia Fiesta her sal bernameyên balkêş yên ku rengînîya kelepûr û çanda Asyayî ji huner, kevneşopî, xwaringeh, û awayê jiyanê nîşan dide, pêşkêş dike.
Parêzer Azad Doskî li dijî Dadgeha Federalî ya Îraqê gilî kiriye ku ew dadgeh dijî qanûna bingehîn e jiber ku ew dadgeh berî pejirandina destûra herdemî ya Îraqê hatiye damezirandin. Doskî di vê hevpeyîînê de bersîva pirsên hevkarê me Xalid Fetah dide.
Girjîya di navbera Amerîka û Tirkîyê de mezintir dibe û her alîyek yê din bi dirustkirina metirsîya ewlekarî tawanbar dike.
Di vê hevpeyvîna taybet de Dr. Beyar Mustefa, lêkolerê Zanîngeha Kurdistanê li Hewlêrê behsa sîstema perwerdeya li zanîngehên Herêma Kurdistana Îraqê û têkiliyên wan yên bi zanîngehên welatên din re dike.
Piştî derbasbûna pitîr ji 50 rojan biser şerê Rûsya dijî Ukriane lê hişta leşkerê Rûsya nekarîye armancên serok Viladimeir Putin diyar kirin bich bike.
MHPê pistî dabeşbûna hijmareka endamên wan û peydakirina Partîya Baş bi serokayetîya Meral Akşener, piştevanîya dengderên xwe ji dest daye.
Piştî 11 salan ji serhidana gelên Sûriye dijî rejîma stemkar ya Beşar el-Esed, hêjî ew welat di nava şerekî navxweyî de ye û koçber, kuştin û zordestî dom dike.
Digel destpêkirina şerê Rûsya dijî Ukraine Tirkiye roleka barçav heye di hewlên çareserîya bi aşti Tirkiye ya andama NATO û dostê Rûsya piştevanîya Ukraine dike û dixwaze têkelîyên xwe yên baş digel Rûsya biparêze.
Şerê Rûsya dijî Ukraine a hevsinûr bi zêdegavi biser binema û perensîpyên naf netewi tê ditîn, li heman dem de aloziy û tis peyda kir ko dibe kirdara Rûsya bibe nimone bo welatên din zêdegavîyan biser serwerîya welatên serbixwe bikin.
Pirtir bar ke