Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Civaka Jihuyan li Vienna: Tirsa Me Heye ji Hatina Penaberan


Serokê Civaka Cihuyan li paytextê Austuriya (Nemsa) dibêje gehiştina pêlên penaberan ji bo welatê Nemsa me ditrisîne ku, di nava van penaberan de, gelek kes hebin yên ku bi şîrê dij Cihuyan hatine firşik kirin.

Oskar Deutsch serokê civaka cihuyan li welatê Austuriya (Nemsa) ji bo rojnamevanan daye xweyakirin û gotiye " Kêm Zêde"di nava penberan de kes hene ku, cihê metirsî û dudiliyê bin. Herweha gotiye, di nava penaberan de kes hene xwe bi penaber didin naskirin, lê ne ku ew jiber şer û cengan reviyane û li cihekî bi ewle digerin.

Nemsa ji wan welatên ewrûpiye yên ku hijmareke zêde ya penaberan qest kirîyê, bi tenê di îsal de nizîkî 95.000 penaber hatine Nemsa.

Li pirina welatên ewrupa niha hatina pêlên penaberan mijara herî germe, bi taybet piştî êrîşên parîsê hemû çav diçin ser şepolên penaberan yên ku, nû hatine welatên ewrupa û daxwaza penabertiyê dikin.

XS
SM
MD
LG