Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs – Serok Obama li Civata Giştî ya N.Y.


Di nav gotara xwe da sipêda 23-ê meha 9, roja yêkê ya 64-emîn danûstandinên salane, li Civata Giştî ya Netewên Yêkgirtî, serokê Amerîka Barack Obama, yê ku bizav kiriye ji bo piştevanîya pişikdarîya hemû aliyan, û pêşveçûna peywendîyan li nêv bera Amerîka û Netewên Yêkgirtî, daxaz ji hemû endaman kir, ku berpirsiyarîyekê hevpişk hebin û bibin yêk ji bo bersiveka cîhanî beramber gîr û giriftên cîhanê.

Serok Obama got, em ji gelek welatan hatine, lê me paşerojek hevpişk heye. Divê em piştgirîya demekê nû yê danûstandina bikeyn li ser bingehê berjewendî û rêzê ji hemû alîyan ve û pêtivîye karê me niha destpêbike.

Serok Obama dibêjît, eger em rast bîn li gel xwe, divê em pênasîne bikeyn ku me ev berpirsyarîye bi cih ne anîye. Berê xwe bidenê, em li ser çi rêkê ne, eger em bersînge rewşa heyî negrin. Tondrê li seranserê cîhanê terorê belav dikin. Alozî û cenosayd û tawankarîyên bi kom li cîhanê berdewamin. Pitir û pitir welat dibin xwedî çekên navokî. Girên befrê yên dihelyên û heşîmetên xelkê zîyanê dibînin. Hejarî berdewame û nexweşî belav dibin. Ez vê na bêjim da ku tirsê peyda bikim lê da ku ez rastîyê xûya kem, kiryarên me hêş di astê gîr û giriftên me da nînin.

Serok Obama got, “dem hatiye em pênasînê bikeyn ku edet û gengeşeyên kevin li gel wan gîr û giriftaran rêk na kevîn ku xelkê me tevde beref rûye. Bi hevre, pêtivîye em hevalbendîyên nû çêkeyn yên ku pirekê li ser cudahiyên kevin nêv bera meda ava biket.”

Serok Obama got, “bijar ya meye. Em dikarin beyne bîranîn wek nifşeka ku gengeşeyên çerxa 20-ê rakêşane çerxa 21-ê jî, yên ku pîte bi bijarên zehmet ne kirî, ne xastîye dûr binêrît, û nikariye reka xwe berdewam ket, çûnkî me xwe daye nasandin bi wan tiştên em dijberî wan bûyn li şûna wan tiştên me ji bo wan kar kiriye. Yan jî em dikarîn nifşek bîn ya ku rex avêt dûrên pêşîya xwe di bînin, ya ku bi hevre xizmeta berjewendîyên hevpişk yên mirovan diket, û li gor ramana soza navê xwe ye, ew jî Netewên Yêkgirtî.”

Serok Obama herwisa got, “eveye paşeroja Amerîka dixwazît. Paşerojeka bi aştî û bextewerî, ya ku bi tinê em dikarîn bi gehînê eger em pênasînê bikeyn ku hemû welatan maf heye, lê hem[ welatan berpirsyarî jî hene. Û ev mişt û mirê ne ku di bine eger ew çende bi cih bêt. Pêtivîyê eve bibin rê û şînên hevkarîya navnetewî ya rênîşander.”

XS
SM
MD
LG