Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama li Çînê behsê mafan dike


Di seredana xwe ya yekê bo Çînê de, serok Barack Obama, ligel xwendekarên Çînî li Shangha tevli civîneke bû. Serok, ji rêberên paşeroja Çînê, dubare behsa girîngîya mafê mirovan kir.

Em ti hewilan nadin ku sîstemeke rêvebirîyê li ser neteweke din mecbûr bikin, lê em bawer nakin ku- prensîbên ku em diparezin- tenê jibo gelê me ye. Van azadîyên raman û olî-- xwegîhandina agahdarîyê û beştarîya sîyasî—bi bawerîya me mafên gerdûnî ne. Divê, ew bo hemî kesan bêrdestan bin, kêmanîyên nîjadî û olî jî nav de, çi li Amerîka be, çi li Çîn û welatekî din be.

Serok Obama da xûya kirin- Welatên Yekgirtî û Çîn, sala bêt destbi danûstandinan bikin, li ser mafê mirovan. Serok Obama, tevî ku pênasînê kir ku- Tîbet, perçeyeke Çînêyê, bang li karbidestên wî welatî kir ku- dîyaloga xwe ligel nûnerên Dalai Lama bidomînin.

Welatên Yekgirtî di vê bawerîyê da ye ku- wekî welatekî peşengîya civata navnetewî dike- di baştirîn berjewendîya Çînê da ye- ku mafê mirovan bipareze. Parastina xûrt ya mafê mirovan- bingeha aramî û dewlemendîyê ava dike.

Serok Obama, dubare bal kişand ku Welatên Yekgirtî, li ser çend bawerîyên qayim hatiye damezrandin ku- jin û mêr wekhev hatine afirandin û xwedîyê çend mafên çend bingehîn in- û hikûmet jî divê, rêzê li daxwazîya gelê xwe bigire û qanûn jî cîh anîna adaletê dabîn bike.

Serok got, rêzgirtina mafên gerdûnî jîbo Amerîka girîng e û ew dê behsa mafê mirovan li her derê bikin. Serok Obama sozê da ku- Amerîka di vê rê de- ti car nakêve şik û gumanan.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG