Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sernivîs – Parastina ajelên jêr gefan


Wezîrê navxwe yê Amerîka Ken Salazar 23-ê meha 11 ragehand ku dê 650 hizar dolaran wek alîkariya diravî bide ji bo parastina 30 jîndarên jêr gefa nemanê li 15 welatên seranser cîhanê, ji wan tîmsahên Sayemîs li Asiya, balindên Seybêrî li Rusya û gurgên Etiyopya li Efrîka.

Alîkariya diravî ji Dezgeha Parastina Masî û Ajelên Kîvî ya Amerîka her wisa 1.2 milyon dolar ji rêkxistîyên hevkar kom kirîye. Wezîrê navxwe Salazar got, Amerîka pêgiryê diket ku balinde, ajalên şîrdar, dêm û avî û ajalên avî ne bi tinê ji gefa nemanê bêne parastin lê her wisa bihêne vejandin da ku bigehin hijmarekê ku ji metirsiya nemanê derbaz bibin.

Salazar her wisa got “em ligel rêkxistîyên hevkar bizavê dikeyn ji bo vejandin û parastina ajalên jêr gefa nemanê û ji bo alîkarîya cihê ew lê dijîn. Me berpirsyariyeka hevbeş heye ko alîkarbîn ji bo parastina jîngeha cîhana me.”

Alîkarîya diravî ji alîyê sindoqa nu ya darayî ya parastina jîndarên li bin gêfa nemanê ya ser bi Dezgeha Parastina Masi û Ajelên Kîvî ve dihête dan.

Rêveberê dezgehê, Sam Hamilton got armanca alîkariya diravî ewe ku piştevaniyeka pêtivî berdest biket ji bo wan jîndar û cihan ku zêde li jêr gefa nemanê ne. Ew hana xwe didin ser hevkariya ligel civatên xwecihî, rêkxistiyên hevkar, zanîngeh û ajansên hikûmetê yên seranser cîhanê.

Amerîka pêgire ku ligel hevkarên navnetewî bizavê biket ji bo parastina jîndarên jêr gefa nemanê li seranser cîhanê.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG