Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Helwêsta Serok Obama li Ser Tepeser kirinê li Iranê


Helwêsta Serok Obama li Ser Tepeser kirinê li Iranê
Helwêsta Serok Obama li Ser Tepeser kirinê li Iranê

Serok Barack Obama got, Welatêt Yêkgirtî yêt Amerîka digel Civaka Navneteweyî bi tundî nerazîbûna xwe diyar diken liser tepeser kirina bi zêdegavî u ne rewa ya welatiyêt bê gûneh yêt Îranê, ku weya diyar e bo egera girtin, birîdar kirin û heta kuştinê jî.

Serok Obama têbînî dan li bersiva tepeser kirina ku bi tundî ji layê hikumeta Îranê ve dijî xwenîşanderan hate kirin ku li dîv raportan bo egera mirina jimareka kesan u girtina bi sedan xwenîşanderan ku çend kesayetêt siyasî u bizavkarêt mafêt mirovan dinv wan de bûn.

Li dîv raportêt deng u basan, bi hizaran hezêt nîv leşkerî yêt Besîc, bi dar, asin u gaza rondik rêj, hêriş kire ser bi sedan xwendkaran li zanîngeha Tehranê. Raport radgehînin ku serokê pişka dadweriyê Xolam Hûsên Muhsinî Ejeyî gotbû ku hêzêt parastina Îranê qed rehmê bi xwenîşanderan u malbatêt wan naben.

Berdwam bona tepeser kirinê ji layê hikûmetê ve ku piştî helbijartinêt serokatiyê li heyva 6 dest pêkir bûye egera rexnegirtineka tund ya navneteweyî.

Serok Obama got eve çend heyve, gelê Îranê ji bilî mafêt xwe yêt cîhanî çi daxaz dî ne kirîne. Wî got, her cara wan ew daxaz kirîn, bi misteka asinî ya hov bersiva wan hatiye dan, heta li tazî û rê û resm û rojêt pîroz yêt olî jî. Wî got, her cara ew qewmî, cîhan bi rêzgirtneka mezin berêxwedaye dilêrî û wêrekî û bawera gelê Îranê kû pişkekin ji şarestaniyeta mezin û berdewam ya Îranê.

Serok Obama got, ew tiştê li Îranê dibit, ne jiber Amerîka yan welatekê dî ye, belku bo gelê Îranê ye û hîvî û daxazêt wan bo aştiyê û jiyaneka baştire. Wî got, biryarêt rêberêt Îranê, ku bi rêka tirsandinê u zorkariyê rêberîyê biken, ew biryar sernakevin ku wan hîvî û daxaza ji nav biben.

Serok Obama têbînîyêt xwe ku li Oslo dabûn dubare kirneve, ku li wêrê vê dumahiyê bi xelata Nobelê ya Aştiyê hatbu xelat kirin ku gotî, bo mirovî diyar dibit wextê ku hikûmet pitir ji hîvî û daxazêt gelê xwe di tirsin heta ku ji desthelata her welatekê dî. Amerîka digel hemî welatêt azad digel wan kasa ratwestit ku bo mafêt xwe yêt cîhanî bizavê diken

Serok Obama got, Amerîka ji hikûmeta Îranê dixazit, pêgirtinêt navneteweyê bi cî bînit û pêtviye rêzê li mafêt gelê xwe bigrit u wan kesêt bi ne rewayî li Îranê hatbûne girtin dem û dest azad biket. Wî got, Amerîka dê berdewam şahidiyê det li ser wan rûîdanêt kêm wêne ku li wêrê di qewmin û min bawerî heye ku dîrok dê digel wan kesan bit yêt ku bo dadweriyê bizavê diken.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG