Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Koreya Bakur Hişdarî Dide Koreya Başûr û Amerîka


Koreya Bakur Hişdarî Dide Koreya Başûr û Amerîka
Koreya Bakur Hişdarî Dide Koreya Başûr û Amerîka
<!-- IMAGE -->

Koreya Bakur, roja yekşemê hişyarî da, ewê çêkên xwe yen navokî zedetir bike, li hember hîndarîya leşkerî ya Koreya Başûr û Amerîka, ku roja Duşemê destpê bike.

Ajansa fermî ya nûçeyên Koreya Bakur, ji devê desthilatdarên leşkerî radigîhîne ku, kiryarên wî rengî dikanin zirarê bidine bêçek kirinê nîvgirava Koreyî.

Koreya Bakur her wiha dibêje, ew nema guhdarîya peymana agirbestê dike, ku şerê Koreyî ya 1950 û 53ê dawî anîbû.

Ew hişyarî di demeke wusa de tê, ku bizavên dîplomatîk hewile didin, danûstandinên dawî anîna programa navokî ya Koreya Bakur bivejînin. Koreya Bakur, sala çuyî di danûstandinan derketîbû û destbi ceribandina duyê ya atomî kirîbû.

Pyongyang gelek caran jibo pêk anîna hîndarîyên leşkerî gefe li Koreya Başûr û Amerîka dike û ew bi dagir kirina Koreya Bakur tawanbar dike.

XS
SM
MD
LG