Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Abadî Serdana Çînê Paşve Dixe


Ofîsa Serokwezîrê Îraqê Haydar Abadî ragihand ku serdana wî ya jibo Çînê hate paşxistin, jiber pêşketinên ewlekarî û pêdivîya şopandina kempeyna reformê.

Di daxuyaniyekê de ku derengî Duşemê hate weşandin, ofîsa Abadî got ku “Serokwezîr biryar da ku serdana xwe ya Çînê paşve bixîne. Biryar bû serdan 19’ê vê mehê destpê bikira.”

Ev biryar hate dayîn, di encama pêşketinên rewşa ewlekariyê de û jiber operasyonên rizgarkirina Anbarê û deverên din wekî Beyjî û herwiha jiber paketa reforman ku ji alîyê Abadî ve hatiye ragihandin.

Serokwezîrê Îraqê di 9ê Tebaxê de planeke berfireh ya reformê ragihand, mebesta wê jî rawistandina gendelî û karên din yên xirab ji aliyê hikûmetê ve ye.

Hêjayî gotinê ye ku peywendîyên Îraq ligel Çînê girîng tên dîtin. Bexda taybetî di warê petrolê de, xwe dispêre Çînê.

XS
SM
MD
LG