Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokwezîrê Îraqê Abadî Dixwaze Qanûna Bingehîn Biguhere


Îraqî bi girseyî piştgirîya Abadî dikin
Îraqî bi girseyî piştgirîya Abadî dikin

Serokwezîrê Îraqê Haydar Abadî dibêje, ewê li ser banga xurt ya civakê, daxwaza hin guhertinên qanûna bingehîn bike ku bikare dijî gendelî şer bike û xerckirinên hikûmetê kêmtir bike.

Abadî da zanîn ku ew rêz li qanûna bingehîn ya welêt digire, lê bi vê rewşa niha ew destûr têrî pêdivîyên Îraqê nake.

Di pêşketineke girîng de, qanûndanêrên Îraqî do Sêşemê bi yekdengî pêşnîyara Abadî ya reforman pejirandibû ku sê postên cîgirtîya serokomar û cîgirtîya serokwezîr radike.

Hêjayî bîrxistinê ye, bi deh hezaran xwepêşander li Bexda û seranser Îraqê rijîyabûn kolanan û daxwaz ji Abadî kiribûn ku parlemanê pûç bike û karbidestên perexwar û bertîlgir ji kar bavêje.

XS
SM
MD
LG