Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mahmud Abbas Bang li NY Dike ku Alîkarîya Penaberên Filîstînî Bike


Serokê Filîstînê Mahmud Abbas dixwaze penaberên Filîstînî yên li Sûrîyê dijîn û ji şerê wê derê zîyanê dibînin, bikaribin derbazî Kenara Rojava yan jî Kerta Gaza bibin.

Ajansa nûçeyan WAFA ya fermî got, birêz Abbas roja Çarşemê bang li Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki moon kir ku alîkarîya penaberan bike vegerin deverên Filîstînî.

Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya Alîkarî û Kar (UNRWA) dibêje ku pirtir ji 486 hezar penaberên Filîstînî li neh kampên fermî û sê yên ne fermî li Sûrîyê diman.

Kampa Yermûkê li Şama paytext vê hefteyê ketîye bin şerekî giran, ku tê de firokeyeke şer ya Sûrîyê êrîşeke kujer cî digirt.

Kampa Yarmuk di sala 1957’ê de hatîye damezrandin û wekî navenda herî mezin ya penaberên Filîstînî li Sûrîyê tê dîtin.
XS
SM
MD
LG