În, 24 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 07:28

Herêmên Kurdan

Parlamenter Bazirgan: Hikûmeta Îraqê Dixwaze Kurd û Turkmenan Kontrol Bike

Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê hêzên leşkerî dişînin deverên kêşe li ser. Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê hêzên leşkerî dişînin deverên kêşe li ser.
x
Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê hêzên leşkerî dişînin deverên kêşe li ser.
Hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê hêzên leşkerî dişînin deverên kêşe li ser.
Mezinahîya nivîsê - +
Abdulqadir Bazirgan, endamê Turkmen li parlemana Herêma Kurdistanê, di wê bawerê de ye ku alozbûna têkelîyên navbera hikûmeta Îraq û Herêma Kurdistanê bitenê jiber sedemên sîyasî ye.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, parlamenter Bazirgan got ku di Îraqê de her partîyek xwedan hêza leşkerî be, dikare di hilbijartinan de dengan bidest bixe.

Birêz Bazirgan got, hikûmeta Îraqê dixwaze hemû pêkhatên sîyasî kontrol bike jibo parastina desthilata xwe piştî hilbijartinên niştîmanî.  Wî herwiha got ku hikûmetê piranîya Şîeyan û hejmareka Sunnîyan kontrol kirîne û nuha bizavê dike ku Kurd û Turkmenan kontrol bike.

Derbarê çarenûsa parêzgeha Kerkukê jî, parlamenter Bazirgan got, “bila xelkê Kerkukê bi xwe biryarê li ser paşeroja parêzgeha xwe bidin.”

Hevpeyvîn bi Abdulqadir Bazirgan re
Loading
12:00:00 / -:--:--
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--