Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Harf: Pêşnîyara Şandina Çekan bo Kurd û Sunnîyan Ne Nêrîna Rêvebirî ye


Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf
Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf

Berdevka Wezareta Derve ya Amerîka Marie Harf do Pêncşemê got, pêşnîyara Civata Nûneran ya ser şandina çekan ji Kurd û Sunnîyan re nêrînên rêvebirîyê temsîl nake.

“Hemî veguhestinên sîlahan, divê bi hikûmeta navendî ya Îraqê bêne kordîne kirin. Nêrîna me ev e ku rêbazeke navendî û rêka herî baş e di şerê dijî Dewleta Îslamî (DAIŞ) û xurtirkirina Îraqeke yekgirtî, federal, piralî û demokratîk.”

Qanûndanêrên Amerîkî yên Civata Nûneran pêşnîyarek amade kiribû ku alîkarîya diravî bo pêşmerge û hêzên Sunnî zêde bike, ku dijî mîlîtanên DAIŞ şer dikin.

Li gor pêşnîyarê, ew her du hêz dikarin 25 ji sedê budceya Îraqê anku 179 mîlyon dolar ji Amerîka wergirin, ku jibo hînkirin û çekkirina hêzên Îraqî yên dijî çerê DAIŞ hatiye veqetandin.

Kurd û Sunnî herwiha dikarin 60 ji sedê hemî budceya mayîn (nêzîkî $536 mîlyon) jî bistînin, eger hikûmeta Îraqê şertên dîyarkirî yên lihevhatina sîyasî pêk neyîne.

Endamê komîteya peywendîyên derve yê perlemana Renas Jano Mohammad piştgirîya xwe bo pêşnîyara Civata Nûnerna dîyar kirûbû û gotibû ku ew pêşnîyar ji perçekirina Îraqê pirtir, ragirtina hevsenga hêza desthilatê ye li Îraqê mosoger dike.

Rêberê Şîa Muqteda el-Sadr jî rexneyên tund li pêşnîyarê kiribû û gefa êrîşên dijî armancên Amerîkî kirûbû.

XS
SM
MD
LG