Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Leşkerên Afganî di Êrîşên Koalîsyona bi Rêbertîya Amerîka de Hatin Kuştin


Polîsên li başûrê rojhilata Afganistanê dibêjin, helîkopterên Amerîkî xaleke ewlehîyê bombe kirin û herî kêm 8 leşkerên Afganî kuştin.

Di wê êrîşa bêmebest de herwiha jimareke leskerên din jî birîndar bûn.

Bûyera kujêr li devera Baraki Barak ya herêma Logar qewimî ku 50 kîlometre rojhilata paytaxt Kabul e.

Rêvebirê polîsên herêmî Mohammad Daoud Ahmadi ji medya xwecihî re got ku êrîşên esmanî yên firokên koalîsyonê bi xeletî li noqta artêşa Afganî xist.

Wî got armanca rastîn terorîstên berguman bûn ku yek kîlometrê dûrî xala artêşê bûn.

XS
SM
MD
LG