Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 02:44

Afghanistan: Heşt Endamên Malbatekê li Êrîşa NATO’yê Hatin Kuştin

Mezinahîya nivîsê - +

Serokê Afganî Hamid Karzay fermana encamdana lêkolînê da li ser êrîşeka esmanî ya hêzên NATO’yê ku bû sedema kuştina heşt endamên malbatekê, li gor karbidestên Afganî.

Ruhulla Samûn, peyvdarê hikûmeta xwecihî li herêma Paktya, gote Dengê Amerîka ku wi wê êrîşa esmanî de jin û mêrek û şeş zarok li devera Gerda Seray hatin kuştin.

Samûn dibêje li gor pêzanînên wî wê malbatê tu têkelî bi komelên çekdarî yan çalakîyên li dijî hikûmetê nebûn.

Qurbanîyên sivîl yek e ji sedemên serekî yên alozbûna têkelîyên navbera hikûmeta Hamid Karzay û hêzên navneteweyî li Afganistanê.

Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--