Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban di Kemînekê de 11 Leşkerên Afganî Dikuje


Fotoyeke ji arşîv ji êrîşeke Talîban
Fotoyeke ji arşîv ji êrîşeke Talîban

Mîlîtanên Talîban li rojavayê Afganistanê 11 leşker kuştin.

Wezareta Berevanî ya Afganî got, xirabkaran do Yekşemê komeke leşkerên Afganî, li Herat a herêma Karukh xistin nav kemînekê û 11 ji wan kuştin.

Ajansa Reuters jî ragihand ku di pevçûnê de 6 mîlîtanên Talîbanê ji alîyê hêzên ewlekarîyê ve hatin kuştin.

Hêjayî balkişandinê ye, cara yekê ye ku hêzên netewî yên Afganî, bê alîkarîya koalîsyona bi pêşengîya NATO ku dawîya salê vekêşebûn, dijî Talîbanê şer dikin.

XS
SM
MD
LG