Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Talîban Êrîş Dibe Ser Parlemana Afganistanê


Mîlîtanên Talîbanê îro Duşemê bi peqînkar û gulebarandinê êrîşî parlemana Afganistanê kir, dema qanûndanêr li nav avahîyê de dicivîn.

Berdevkekî Wezareta Saxlemîyêgot, di êrîşê de 21 kes birîndar bûn.

Karbidestan herwiha got ku tu qanûndanêr di êrîşê de zîyan nedît, lê 6 endamên Talîbanê ji alîyê hêzên Afganî ve hatin kuştin.

Dîdevanên êrîşê ragihand ku wan herî kêm neh peqîn bihîstin û dû li esmanên Kabulê bilind bûn.

Talîbanê bi daxuyanîyekê ragihand ku endamên wê êrîşa dijî parlemanê pêk anî.

XS
SM
MD
LG