Duşem, 08 Meha Duyem, 2016 Demê Xwecihî 04:50

    Îraq

    Kerkuk Rastî Êrîşan Hat

    x
    Bi sedema zincîreka teqînan li bajarê Kerkukê herî kêm sê kes hatin kuştin.

    Di teqînên roja Sêşemê de herwiha 50 kesên din birîndar bûn, li gorî karbidestên parastinê.
    Berpirsê ewlekarî yê Kerkuê Helo Necad, yê ser bi Partîya Demokrata Kurdistanê, dibêje ku armancên wan êrîşan bingeh û taxên Kurdan bûn.

    Hevdem, rêxistinên ne hikûmî yên Kerkukê dest bi grevekê kirin jibo protestokirina hêza operasyonên Dîcle, ku bi biryara serokwezîrê Îraqî Nûrî El Malikî hatîye avakirin. 

    Lê belê Encûmena Eşîretên Ereb li Kerkuê di civînekê de piştgîrîya xwe jibo operasyonên Dîcle ragihand û ji Malikî dixwazin ku hêzên Dîcle li Kerkuê bimînin û hêzên Kurdî li wî bajarî bihêne vekêşan.

    Raport
    Raporti
    || 0:00:00
    ...    
     
    X
    Ev forume hate girtin.
    Şîrove
         
    Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.