Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dr. Abdulhekîm Beşar: Encumana Niştîmanî ya Kurd Beşdarî li Konferansa Fas'ê Nake


Pirtir ji 100 delegeyan pişikdarî li konferansa “Hevalên Sûrîyê” dikin ku li bajarê Marakeş ya Fas anku Mexrîbê didome.

Tê çaverê kirin ku pişikdarên konferansê li ser stratejîyeke derbazbûna sîstema demokrasîyê ya piştî gêrbûna rejîma Beşar Esed qayil bin.

Berevajîya raportên hin malperên Kurdî ku dibêjin, Kurd jî di konferansê de amade ne, endamê Komîsyona Peywendîyên Derve ya Encumana Niştîmanî ya Kurd (KNC) Dr. Abdulhekîm Beşar nûçeyên wiha red dike û dibêje ji wan re dawetnameye fermî nehatiye.

Birêz Beşar ku di heman demê de Serokê Partîya Demokrata Kurdî li Sûrîyê (El Partî) ye dibîje, opozîsyonek ku Kurd tê de cîh nagirin ti car nikare temsîla gelê Sûrîyê bike.

Abdulhekîm Beşar herwiha dîyar dike ku bilî Kurdan, Alewî û Durzî jî beştarî li konferansa “Hevalên Sûrîyê” nakin û ew jî nîşane ye ku ew konferans tevahîya gelên Sûrîyê hembêz nake.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG