Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Ahmet Înan: AK Partî Dixwaze Pirsgirêk Çareser Bibe


Jibo bi dawî anîna şer û tundûtûjîyan li Tirkîyê, karbidestên wî welatî hevdîtinan bi rêberê Partîya Karkerên Kurdistanê Abdullah Ocalan re dikin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, Dr. Ahmet Înan dibêje xuya ye ku hikûmeta Tirkîyê rijd e jibo çareserkirina pirsgirêka Kurd li wî welatî.

Birêz Înan, mamosteyê Zanîngeha Dîcleyê, dibêje “ez dibînim ku Serokwezîrê Tirkîyê birêz Erdogan bi rastî vê carê nîyeta wî heye û xuya ye ku AK Partî dixwaze ku bi rastî pirsgirêk çareser bibe.”

Dr. Înan herwiha got ku pêvajoya pirsa Kurdî “pir kûr û dirêj e, lê belê eger aştîya navbera Kurd û Tirkan çê bibe jibo Tirk û Kurd û cîhanê jî serkeftineke pir mezin e.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG