Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Misirê 2 Rojnamevanên Al Jazeera Efû Dike


Mohamed Fahmy û Misirî Baher Mohammed
Mohamed Fahmy û Misirî Baher Mohammed

Medya Misirî radigihîne ku Serokê Misirê Abdel Fattah Sisi îro Çarşemê 100 bizavkarên mafên mirovan efû kirin ku nav de 2 rojnamevanên kanala Al-Jazeera English jî hene.

Çaverê ye rojnamevanê Kanadî Mohamed Fahmy û hemwelatîyê Misirî Baher Mohammed îro bêne berdan.

Berdevkekî hikûmeta Kanadî got, welatê wî bi berdana Fahmy dilgeş e û alîkarîya wî bike ku ji Misirê were Kanadayê.

Fahmy û Mohamed di encama darizandina Tebaxa sala çûyî de, cezayê sê salan zindanê xwaribûn, bi sedema ku wan bo piştgirîya Biratîya Misilman, Îxwan nûçeyên derew çêkirine.

Rojnamevanê Australî Peter Greste jî di dagehê de hatibû ceza kirin, lê ew berê bi fermaneke serokê Misirê hatibû dersînor kirin.

XS
SM
MD
LG