Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

AKP jibo Amedê Beyannameya Hilbijartinê Hazir Kir


Kampeynên hilbijartinê yên partîyên sîyasî berdewam in. Li herêmê partîyên sîyasî di bernamê xwe parek mezin didin pêvajoya çareserîyê.

Rêvebir û namzedên Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) dibêjin dibêjin pêvajoya çareserîyê bi îrada Abdullah Ocalan dewam dike û hebûna HDP li parlamenê jibo pêşketina pêvajoyê û demokrasîyê girîng e.

Li herêmê gel dixwaze ku pêvajo dewam bike. Lewma her cara ku berbijar di nav gel de digerin pirsa pêvajoyê ji wan tê kirin. Taybetî berbijarên AKP'ê di vî warî de rastê gelek gilî û gazindan tên û daxuyanîyên serokomar û rêvebirin hikûmetê herî zêde wan dixe tengasîyê.

Li ser vê yekê AKP taybet jibo amedê beyannameya hilbijartinê amade kir. Namzedên AKPê yên Amedê, beyanamê ji raya giştî re eşkere kirin.

Hêjayî gotinê ye cara yekê ye tenê jibo bajarek beyannama hilbijartinê ji alîye partîyekê tê amade kirin û di beşa yekê de pêvajoya çareserîyê, di sê beşên din de jî qala ekonomi, jîyana civakî û nirxên dîrokî û bawerî tên kirin.

KHF_5_25_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:02 0:00

XS
SM
MD
LG