Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Sûrîya Demokratîk Bajarokê Hol ji DAIŞ'ê Rizgar Kir


Hêzên Sûrîya Demokratîk rizgarkirina Hol pîroz dikin
Hêzên Sûrîya Demokratîk rizgarkirina Hol pîroz dikin

Hêzên Sûrîya Demokratîk (QSD) berî demeke kin bajarokê Hol ya li başûrê Hesekê ji destê DAIŞ'ê rizgar kir û darbeyeke girîng li wê koma tundrê xist.

Piştî ku hêzên Kurdan îro sibe bajarê Şengal jî rizgar kir, parastina her du alîyên tixub ji alîyê Kurdan ve xurtir bû.

Di vê hevpeyvîna lezgîn de Şervan Derwîş, Berpirsê Fermî yê Burqan el Firat agahî li ser azadkirina Holê dide û dibêje ev gav serkeftineke pir mezin e.

"Rizgarkirina Al Hol jibo Hêzên Sûrîya Demokratîk serekftina yekê ye û ewê di demên nêzîk de operasyonên xwe yên hember DAIŞ'ê li deverên din jî bidomînin."

Derwîş dide zanîn ku koalîsyonên navnetewî jî wekî ku li Kobanê, Girêspî û Til Hemîs kiriye, piştgirîyeke xurt daye hêza wan û di demên nêzîk de ev hevkarî berdewam bike.

Shervan_Darwish_11_13_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:52 0:00

XS
SM
MD
LG