Karbidestên Lîbî dibêjin ku alîgirên dîktatorê berê Muamer Qezafî berpirs in beramberî du teqînan li Terablus a paytext.
Roja Yekşemê û li cejna Remezanê du otomobîl li paytexta Lîbyayê teqîn.
Li teqîna yekê, ku li nêzîkî avahiya akademya leşkerî bû, du kes haitn kuştin. otombîleka din li nêzîkî wezareta karê hundir teqî û hejmareka kesan birîndar bûn.
Karbidestan herwiha bombên di nav otombîleka din kontrol kir.
Çi aliyekê berpirsiyariya xwe beramberî teqînên roja Yekşemê ranegihand.