Pêncşem, 23 Meha Deh, 2014 Demê Xwecihî 17:57

Sûrîye

Amerîka 30 Mîlyon Dollaran Dide Penaberên Sûrî

x
Amerîka dibêje ewê 30 mîlyon dolarên Amerîkî wekî alîkarîya mirovahî bide wan kesên ku zîyan jiber şerê li Sûrîyê dîtine.

Wezîra Derve ya Amerîka Hillary Clinton ev gav roja Çarşemê li Australia ragihand, dema ku jibo danûstandinên ewlekarîyê di navbera her du welatên hevpeyman de serdana wî welatî dikir.

Xanim Clinton got, ev alîkarî dikare xwarinê bide wan hemwelatîyên Sûrî yên birçî li hindûrê Sûrîyê û herwiha penaberên li Tirkîye, Lubnan, Urdun û Îraqê.

Wezîra Derve ya Amerîka herwisa bang li opozîsyona Sûrî kir ku piştgirîya pêgirtinên xwe bike, ewên ku vê dawîyê li Dewha’yê soza wan dabû û destpê bike bandorê li bûyerên li ser erdê bike.

Birêz Clinton dibêje, ev destpêkeke baş e, ji alî me û kesên din tê pêşwazî kirin. Em dixwazin gavên ku soz pê dabûn pêk werin. Em amade ne ku alîkarîya vê opozîsyona nû bikin da rabe ser xwe û nûnertîya gelê Sûrîyê hember rejîm û civaka navnetewî bike.

Ji alîyekî din ve, Wezîrê Derve yê Japonyayê got ku kombûna pêncê ya Hevalên Sûrîyê dê 30’ê meha 11’ê li Tokyo pêk were. Japonya rêvebirîya vê kombûnê dike.

Serokê Fransayê Francois Hollande jî do Sêşemê gotibû ku welatê wî bi fermî pênasîn bi hevpeymanîya nû hatîye damezrandin ya opozîsyonê kirîye.

Rêzdar Hollande dabû zanîn ku Fransa niha dide ber çavên xwe ku çek bide serhildayan.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

JavaScript a te hatîye girtin yan cûrê Adobe's Flash Player a te kevin e. Flash player a herî nû bidest bixe.
Kurd Connectioni
X
11.10.2014 18:00