Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Almanya: Divê Plana Ser Krîza Penaberan bi Piranîya Dengan Be


Wezîrê Derve yê Almanya Frank-Walter Steinmeier dibêje, eger hin endamên Yekîtîya Ewrupa (YE) xemsarîya xwe li ser wergirtina penaberan bidomînin, dibe ku bi biryara piranîya endaman qayil bin.

Steinmeier îro Înê ji rojnameya Almanî Passauer Neue Pressere got ku di nebûna rêkeftinê de, divê Ewrupa di civîna hefteya pêş ya ser kêşeya penaberan de hizra qebûlkirina biryara piranîya endaman bike.

Yekîtîya Ewrupa ku 28 endamên wê heye, pir caran hewil dide ku bi rêka lihevkirinê biryara xwe ya ser mijarên girîng bide.

Steinmeier got ku Almanya, Avusturya, Swêd û Îtalya tenê nikarin barê herikîna penaberan li pêş tixubên Ewrupa hilgirin.

Çar endamên YE yên ji rojhilata Ewrupa -- Hungarya, Komara Çek, Slovakya û Polanya—gotibû ku ewê plana qebûlkirina penaberan qebûl nekin, tevî ku Parlemana Ewrupî ew plan pejirand.

XS
SM
MD
LG