Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kujêrê Gumankirî yê Firokvanê Rûsî li Stenbolê Xuya Bû


Merasîma binaxkirina pîlotê Rûsî Oleg Peshkov
Merasîma binaxkirina pîlotê Rûsî Oleg Peshkov

Hemwelatîyekî Tirk ku li Sûrîyê şer dike û Moskow wî bi kuştina Rûsî sûcdar dike, îro Înê dibêje ku ew ji Rûsan natirse.

Alparslan Çelik do Pêncşemê di merasîma cenazeya hemwelatîekî Tirk yê bi navê Îbrahim Kuçuk de li Stenbolê xuya bûbû. Kuçuk bo piştgirîya Tirkmenan çûbû Sûrîyê û di şerekî de li wî welatî hatibû kuştin,

Xuyabûna Çelik di pêş kamerayan de bû sedema nerazîbûna Rûsya jiber ku wî bi bi eşkereyî gotibû ku firokevanê Rûsî Oleg Peshkov kuştiye.

Rojname Hurriyet ji zarê Çelik ragihand ku ew pir caran diçe Sûrîyê û vedigere Tirkîyê.

Berdevka wezareta derve Rûsî Maria Zakharova berê daxwaz ji Tirkîyê kiribû ku Çelik û hevkarên wî desteser bike û bîne pêş dsadgehê.

XS
SM
MD
LG