Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

​Altan Tan: Dixwazim Partîya Nû Demokrat, Girseyî û Kurdistanî be


Parlamanterê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Altan Tan, nîqaş û hevdîtinên li ser beşdarbûna BDP’ê ya nav Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) ji Dengê Amerîka re dinirxîne.

Birêz Tan dide zanîn, biryar e parlamanterên BDP’ê berîya kongreya 22’yê Hezîranê ew bû ku 6 kes tevlî HDP’ê bibin. Hîn nîqaşên li ser avakirina bingeh û bernameya partîya nû anku HDP’ê berdewam dikin.

Parlamanterê Dîyarbekirê bi bîr dixe ku nîqaşên wan berîya hilbijartinên şaredarîyan destpê kirine.

“HDP heta niha ji derdê me re nebûye derman. Lewma em nîqaşan li ser dikin ku bibe partîyeke firehtir anku partîyeke ne tenê ji sosyalîstan û çepên Tirk pêk tê.”

Tan, dide zanîn hevalên wî yên nav BDP’ê jî mîna wî difikirin û nêrîna xwe ya li ser partîya nû wiha tîne ziman:

“Emê heta kongreyê li nav HDP’ê partîyeke nû ava bikin, lê divê ev partî ne mîna yên berê be. Ez dixwazim ev partîyeke demokrat, girseyî û Kurdistanî be û pêkhatên din yên civakê jî vehewîne.”

Parlamanter Tan, li ser hilbijartinên serokomarîyê jî dide xuya kirin, hîn helwesta wan zelal nebûye, lê li ser tifaqeke ku di tûra diduyan de bê kirin wê şertê wan çareserkirina pirsa Kurd û çêkirina qanûna bingehîn ya nû be.
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:17 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG