Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Federasyona Futbolê ya Tirkîyê Cezayên Giran Dide Amedsporê


Tîma futbolê ya Dîyarbekirê, Amedspor di maça dawî ya Başaksporê bi hêceta ku alîgirên wê “sloganên îdeolojîk” gotine, hat ceza kirin.

Di lîstina Amedspor û Başakşehîra Stenbolê de, alîgirên Amedsporê sloganên “Her Der Sur e, her der berxwedan e”, “Her der Cizîr her der berxwedan e”, “Bila zarok nemirin, bila ew jî bên maçê” gotibûn.

Federasyona Futbolê ya Tirkîyê TFFê biryar da ku Amedspor, lîstika wê bi Fenerbahçê re ye di 9ê mehê de li Amedê bê temaşevan û alîgir bilîze. Herwiha Federasyonê 20 hezar lîre jî cezayê duravî li Amedsporê birî.

Endamê rêvebirîya Amedsporê Nurullah Edeman got "Ev neheqîyek mezin e. Çi xeletî di gotina ‘bila zarok nemrin’ de heye?"

Hefta borî Amedspor bi Bursasporê re lîstin. Amed, Bursayê 2-0 têk bir. Lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî piştî serkeftinê di Twiter’a xwe de peyamek belav kir. Lê jiber peyamê bi tawana “propagandya îdeolojik” kirîye hat ceza kirin.

Desteya Dîsiplînê ya Futbola Profesyonel a Tirkîyê 12 lîstik û 19.500 lîre ($6,700) ceza da lîstikvanê Denîz Nakî birî. Li gor vê bîyarê lîstikvanê Amedsporê Denîz Nakî dê nikaribe di 12 lîstikan de bilîze qedexe nebe.

Denîz Nakî di peyame xwe de wiha gotibû:

“Ev serkeftin jibo me pir girîng bû. Di demek weha reş de me hêvîyeke biçûk da gelê xwe. Em wek Amedspor serî danaynin, em bi bawerîya xwe ya jibo azadîyê lîstin. Me tovê hêvîyê û azadîyê çand. Em spasîya xwe li hemî piştevanên xwe dikin. Em vê serkeftinê bexş dikin jibo cangorîyên di zilma 50 rojan de dewam dike ku jîyana xwe jidest dane. Her bijî azadî!”

Piştî cezaya alîgiran û peyama Denîz Nakî polîsan avêt ser avahîya Amedsporê. Li wir dest dan ser kompîterên li avahîyê.

Em çûn serdana tîma Amedsporê lê lîstikvan jiber cezayan nexwestin biaxivin.

Denîz Nakî ji me re got jiber daxuyanîyan ew naxwaze ku tîma wan bê ceza kirin.

Li ser navê tîmê, kaptanê tîmê Yusuf Yagmur ji Dengê Amerîka re axivî.

Wî behsa lîstika Fenerbahçeyê re kir û gazindan kir ji cezayên federasyonê. Yusuf got “Tiştê ku ji destê wan tê ewê bikin. Jiber cezayê wê temaşevan nikaribin werin lîstikê. Lê bila her dem pişta me bigirin.”

KHF_2_5_16_Amedspor
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:38 0:00

XS
SM
MD
LG