Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Baroya Amedê jibo Cizîrê Bang li Neteweyên Yekbûyî Dike


Baroya Amedê li ser bûyerên Cizîrê raporteke berfireh amade kir û tevî malbatên qurbanîyan ji raya giştî re eşkere kirin.

Serokê baroyê Tahir Elçî xuya kir ku di nav 5 û 12ê Îlonê de 15 sîvîl jiber çeken giran, 5 sîvîlên din jî jiber ku nikaribûna herin nexweşxanê jîyana xwe ji dest dane.

Elçî da zanîn ku 25 polîs jî di pevçûnan de birîndar bûn.

Elçî daxuyanîya walîyê Şirnexê rexne kir û got kesên ku li wî bajarî hatine kuştin hemî Cizîrî ne.

“Qedexa heşt rojan ya li ser Cizirê bingeha xwe ji tu qanûnî nagire. Divê parlamena Tirkîyê li ser bûyerên Cizîrê xebatê bike û wezareta karê navxweyî walî ji kar dûr bixe.”

Eçî jibo tespîta karanîna çeken giran û kuştina mirovan bi kêfî, bang li Neteweyê Yekbûyî kir da ku li ser Cizîrê raporek amade bikin.

“Kolandina xendekan li nav taxan û herwiha karanina çekê giran li nav sîvîlan li dijî hikûqa mirovî û peymana Genecre ye. Divê rêxistin jî li gor hiqûqa Cenevre tevbigere.”

Ji alîye din ve, dayika Cemile Cagirga, bavê Ozgur Taşkin, hevjînê Maşallah Edîn û xwezûrê Zeynep Tokay Ramazan Edîn jî di daxuyanîyê de axifîn û gotin ew dest ji doza xwe bernadin, lê digel van pêkhatinan dîsa jî aştîyê dixwazin.

KHF_9_21_15
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:29 0:00

XS
SM
MD
LG