Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

HDP'ê Berbijarên Xwe yên Amedê Dan Nasandin


Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) namzedên parlamenterên Amedê bi bernameyek taybet da nasîn. Lîsta namzedên Amedê nehat guhertin û heman parlamenter dîsa li cîyê xwe hatin nişandan.

Li gor vê biryarê, Îdrîs Baluken Nursel Aydogan, Feleknaz Uca, Atan Tan, Nîmetullah Erdogmuş, Çaglar Demîrel, Zîya Pîr, Îmam Taşçier, Sîbel Ozyîgît, Edîp Berk û Nesrîn Hîlal Şanli dîsa namzedê Amedê ne.

Parlamenterê Amedê Îdrîs Baluken jî di axaftina xwe de balê da ser pêvajoya aştîyê û got ku di dema mutabakata Dolmabahçeyê tene hefteyek ji aşitîyê re mabû.

“Lê, ew kesên ku berjewendîya xwe û paşeroja malbata xwe li pêşîya aşitî û biratîya welat girtin, ne aşitî hîştin, ne jî hêvîya çareserîyê. Derbeyek mezin li vîna gel xistin."

Baluken got, Serokomar Erdogan û AKP egera şer û pevçûnan in û ev hilbijartin di heman demê de wê bibe referandumek.

“Me hêvî dikir ku zarokên me li çîya vegerin malên xwe û êdî kes nemire. Lê mixabin jiber ku ew nebûn desthilat îro zarokên me li malên xwe, li ber derîyên xwe tên kuştin. “

Wî bi berdewamî îdia kir ku AKP bûye temsîla têgîştina şer û dîktatorî û HDP jî hêvîya demokrasî, aşitî û biratîyê ye.

“Gel wê di hilbijartinê de ji van her du blokan yekî tercîh bike. Ev jibo me şerê man û nemanê ye û emê bi rihê seferberîyê xebatê hilbijartinê bidin meşandin."

***

Kerem kin vîdyoya vê raportê temaşe bikin:

Nasandina Berbijarên HDP'ê yên Amedê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:10 0:00

XS
SM
MD
LG