Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pisporên Navokî Piştgirîya Rêkeftina Navokî ya ligel Îranê Dikin


Rêvebirên Arms Control Association di konferansekê de ne
Rêvebirên Arms Control Association di konferansekê de ne

Rêxistina Kontrolkirina Çekan (Arms Control Association​), ku bingeha wê li Washingtonê ye, îro Sêşemê rêkeftina navokî ya ligel Îranê wek rêkeftineke xurt ya kontrolkirina programa navokî ya wî welatî nav dike.

Rêxistina Kontrolkirina Çekan dibêje, rêkeftin ewlehîya welatên 5+1, Yekîtîya Ewrupa, welatên hevalbend yên li Rojhilata Navîn û ewlehîya civata navnetewî xurtir dike.

Rêxistinê bi daxuyanîyeke nivîskî got ku bi wê rêkeftinê, pêşîgirtina hewlên Îranê yên çekirina çekên navokî hêsantir dibe.

Daxuyanîya Rêxistina Kontrolkirina Çekan di vê demê de tê ku çend hefte din Kongresa Amerîkî wê dengdanê li ser rêkeftina navokî bike.

XS
SM
MD
LG