Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şaredarê Ceylanpinar'ê Arslan: Penaberên Binxetê Mêvanên Me ne


Penaberên Sûrî hewil didin ku ji Serê Kanîyê (Ras al Ain) ya hêla Sûrîyê derbazî Serê Kanîyê (Ceylanpinar) ya alîyê Tirkîyê bibin. Mijdar 13, 2012
Penaberên Sûrî hewil didin ku ji Serê Kanîyê (Ras al Ain) ya hêla Sûrîyê derbazî Serê Kanîyê (Ceylanpinar) ya alîyê Tirkîyê bibin. Mijdar 13, 2012
Piştî ku firokên ceng yên hikûmeta Beşar Esed najarê Serê Kanîyê bomberan kir gelek kes neçar man ku cîh û warên xwe bihêlin û birevin. Piranîya rûniştvanên bajêr niha li Serkê Kanîyê ya hêla Tirkîyê anku li Ceylanpinar'ê ne û li ba merivên xwe dimînin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de bajarvanê Ceylanpinar'ê Îsmaîl Arslan ji Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP)li rewşa penabêrên Sûrî agahîyan dide.

Birêz Arslan dibêje, vê dawîyê dora 8.000 penarên Sûrî hatine bajarê wan ku piranîya wan Kurd in. Gelê Ceylanpinarê kêfxweş e ku xuşk û birayên xwe mêvan bikin.

Îsmaîl Arslan herwiha dibêje, wekî bajarvanî ew biqasî derfetên heyî hewil didin ku wan penaberan bihewînin û alîkarîya wan bikin.

Şaredar Arslan daxwaz ji hikûmetê dike ku demeke zûtir kampeke penaberan veke û alîkarîya penabran bike.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG