Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 01:32

Tirkîye

Bi Dehan Leşkerên Sûrîyê Reviyan Tirkîyê

x
Mezinahîya nivîsê - +
Bi dehan serbaz û efserên Sûrî şeva bihurî ji artêşa wî welatî veqetîyan û bi malbatên xwe ve derbasî nav xaka Tirkîyê bûn.

Ajansa fermîya dengûbasên Tirkîyê, Anadolu, dazanîn 33 leşkerên veqetîyane revîyan Tirkîyê. Anadolu hejmara sercem kesên şeva bihurî çûne nav Tirkîyê bi 300 kes da zanîn.

Hejî gotinê ye, heta niha bi hezaran leşker ji artêşa Sûrî veqetîyane, lê belê piranîya wan xwedî pleyek nizim bûn di nav leşkerî de.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--