Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 01:49

Aborî

Rêberên Ewropayê Digihêjin Rêkeftineka Diravî

x
Mezinahîya nivîsê - +
Rêberên Yekîtîya Ewropayê gihiştin rêkeftinekê ku diravê xwe yê hawarçûna herdem bikar bîne jibo rasterast alîkarîya bankan li seranserî Ewropayê bikin, û daxwaza butçeyeke demdirêj û yekîtîyeke siyasî bikin.
Ev biryar sibeha roja Înê hate standin piştî çend demjimêran ji giftûgoyê li hilcivîna YE li Brûkselê.
Rêkeftin herwiha desteyeke çavdêrîya bankirinê ya hevbeş ava dike jibo her 17 welatên ku dirava Euro bikar tînin.
Rêberên Ewropayê herwisa li hev kirin ku 150 milyar dolarî bidin alî jibo piştgirîya aborîyên herî qels li herêma Euro’yê. Ev rêkeftina bi navê girêbesta pêşeveûnê di destpêkê de ji alîyê Spanya û Îtalya hat red kirin, lê paşê qebûl kirin piştî ku daxwazên wan hatin pêkanîn.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--