Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 04:32

Sûrîye

Annan: Divê di Hikûmeta Nû de Endamên Rejîma Esed û Opozisyon Hebin

Kofî AnnanKofî Annan
x
Kofî Annan
Kofî Annan
Mezinahîya nivîsê - +
Nûnerê navneteweyî Kofî Annan dibêje divê di hikûmeta nû de li Sûrîyê hin endamên rejîma Esed hebin ligel hêzên opozisyonê û divê hilbijartinên azad were kirin.

Annan, piştî danûstandinên li Jinêvê, gote rojnamevanan ku dem derbas dibe û divê alozîya li Sûrîyê bi rîya dîyalog û danûstandinan were çareser kirin.

Ev danûstandin wekî hewldana herî dawî hatin kirin jibo rawestandina tundûtûjîyê li Sûrîyê, û herwiha jibo rahiştina helwêsta welatên wekî Rûsya, hevalbenda herî bihêz ya Esed, ku dijberîya daxwaza welatên Rojava û Ereb dike, yên ku rijdîyê dikin divê serokê Sûrîyê were qewirandin.

Di daxuyanîya dawî de, hate eşkerekirin ku divê hikûmeteke yekbûyî li Sûrîyê li ser bingeha rêkeftineke hevbeş were ava kirin.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--