Sêşem, 21 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 11:38

Sûrîye

Opozisyona Sûrî Plana Nû ya N.Y. Red Dike

Besme QudmanîBesme Qudmanî
x
Besme Qudmanî
Besme Qudmanî
Mezinahîya nivîsê - +
Komelên opozisyona Sûrî plana nû ya Neteweyên Yekbûyî red dikin jibo veguhastina desthilayê bi rêyên sîyasî li Sûrîyê.

Opozisyonê herwiha beşdarîkirin li rêkeftineke beşkirina desthilatê ligel Serokê Sûrî Beşar El Esed red kir.

Peyvdara Encûmena Niştîmanî ya Sûrî, Besme Qudmanî, roja Yekşemê got ku gelê Sûrî beşdarîyê li tu rêkeftinên sîyasî nake dema kuştin berdewam e.  

Nûnerê navneteweyî Kofî Annan roja Şembî got ku divê di hikûmeta nû de li Sûrîyê hin endamên rejîma Esed hebin ligel hêzên opozisyonê û divê hilbijartinên azad were kirin.

Annan, piştî danûstandinên li Jinêvê, gote rojnamevanan ku dem derbas dibe û divê alozîya li Sûrîyê bi rîya dîyalog û danûstandinan were çareser kirin.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--