Dengdar li Meksîkê Enrique Pena Nieto wekî serokê nû yê welat hilbijartin, û careke din partîya wî hate ser desthilata Meksîkê.
Ligel jimartina 98 ji sedî ji rêjeya dengan, Pena Nieto 38 ji sedî heye li dema ku bajarvanê berê yê Mexico City Andres Manuel Lopez Obrador 31 ji sedî heye.
Lopez Obrador dibêje, ev encamp sexte ne û tişteke ku kes qebûl nake. Partîya wî ya çepgir dê biryarê bistîne ka dê bi fermî encaman red bike piştî hemû deng werin jimartin.
Serokê Amerîka Barack Obama peywendî ligel Pena Nieto kir da pîrozbahîya wî bike û piştgirîya Amerîka pêşkêş kir jibo gihandina armancên hevbeş.
Pena Nieto got piştgirên xwe ku hemwelatîyên Meksîkê deng dane jibo guhertinê, lê wî soz da ku fişarê ser bazirganên muxederatan berdewam bike.