Yeşem, 26 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 01:51

Herêmên Kurdan

Abdulhemîd Derwêş: Nêrînên Kurdan Ne bi Rehetî Tên Qebûlkirin

x

Multimedia

Deng
Mezinahîya nivîsê - +
Civîna komelên opozisyona Sûrîyê li Qahîre roja Sêşemê bi dawî hat.  Di wê civîna du-rojî de, Komkara Welatên Ereb daxwaza yekrêzîya opozisyona Sûrîye kir.

Birêz Abdulhemîd Derwêş Sekretêrê Giştî yê Partîya Demokrata Pêşvero ya Kurd, ku li civîna Qahîre beşdar bû, dibêje em bi hêvî ne ku komelên opozisyona Sûrî nêzîkî hev bibin û mafên Kurdan jî bêne dîyarkirin. 

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Derwêş dibêje ku gelek asteng hene jibo yekîtîya me, lê belê emê hewil bidin ku bikarbin xwe nêzîkî hev bikin.  

Birêz Derwêş herwiha got “ne bi rehetî nêrînên me tên qebûlkirin di nav xelkê Ereb de.”

Jibo guhdarîkirina hevpeyvîna hevkar Ahmed Barzanî bi birêz Abdulhemîd Derwêş re, fayla dengî li rexê çepê vê rûpelê kilîk bike.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--