Artêşa Tirkîyê ragihand ku termên herdu firokevanên balafira şer ya ku ji alîyê Sûrîyê ve hatibû xistin, li binê deryayê hatin vedîtin.
Televizyona TRT ya dewletê radigihîne ku gemiyeke Amerîkî bi navê E/V Nautilus, herdu term roja Çarşemê li rojhilata Derya Spî vedîtin.
Hêzên Sûrîyê balafira li cûrê F-4 li roja 22’ê meha Hezîranê xist.
Tirkîyê radigihîne firoke li esmanê navnetewî difirî, lê belê Sûrîyê radigihîne ku ew balafir li esmanê Sûrîyê bû.
Xistina firokeyê têkilîya navbera Sûrîye û Tirkîyê aloztir kir.