Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Raport: Rêjeya Bêkarîyê li Amerîka Wek Xwe Dimîne


Tê çaverê kirin ku rêjeya bêkarîyê li Amerîka wek xwe bimîne ligel 8.2 ji sedî, li dema ku Wezareta Kar raporta xwe ya meha şeşan roja Înê derdixe.
Lê aborîzan bawer dikin reng e rapora hikûmetê kamendên zêdebûyî diyar bike û navbera 90 ta 100 hezar kar meha borî bidest ve anîne, ku meha Gulanê tenê 69 hezar hebûn.
Wezareta Kar ya Amerîka roja Pêncşemê ragihand ku formên alîkarîya kesên bêkar hefteya dawî ji meha şeşan bi 14 hezaran daketiye xwarê, lê dema ku kampanya ADP ya prosesa dana pereyan da xuya kirin ku cihên kar meha borî 176 hezar karên nû zêde kirin.
Krîzaya berdewam ya deynên welatên Ewropayê û alozîya siyasî li Washingtonê nehiştine ku aborî Amerîka ji têkçûna aborîya cîhanî rizgar bibe.
XS
SM
MD
LG