Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîyê Herdu Firokavanên Xwe Binax Dike

Karbidestên Tirk li rêwresmên veşartina firokevanan
Karbidestên Tirk li rêwresmên veşartina firokevanan
Termên du firokevanên Tirk, ku firoka wan meha borî ji layê Sûrîyê ve teqe lê hat kirin û hat existin, hatin dîtin û roja Înê li behîyeke leşkerî hatin veşartin.
Termên wan du firokevanan roja Pêncşemê ji binê deryayê hatin derxistin, 14 kîlomêtran dûrî berava Sûrî. Ew bi alîkarîya deryavanê Amerîkî Robert Ballard ku navdar e, jiber peyda kirina paşmayên gemiya Titanic jî dîtibû.
Hêzên Sûrîyê li 22 meha şeş teqe li firoka RF-4 kir û xist ku bû egera têkelîyên têkçûyê yên herdu welatan pitir têk biçin. Sûrîyê dibêje ew firoke li esmanê wê difirî, lê Tirkîyê dibêje ku firoka wê li esmana navneteweyî bû.
This item is part of
XS
SM
MD
LG