Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 13:39

Rojhilata Navîn

Serokê Nû yê Misirê Diçe Erebistana Saudî

Serokê Misirî bi balyozê Erebistanê re li Qahîrê kom dibe.Serokê Misirî bi balyozê Erebistanê re li Qahîrê kom dibe.
x
Serokê Misirî bi balyozê Erebistanê re li Qahîrê kom dibe.
Serokê Misirî bi balyozê Erebistanê re li Qahîrê kom dibe.
Mezinahîya nivîsê - +
Serokê nû yê Misirê Muhemed Mursî li yekemîn serdana xwe bo dervey welat diçe Erebistana Saudî.

Mursî roja Çarşemê serdana Erebistanê dike û biryar e bi Şah Abdullah re kom bibe.
Şarezayên siyasî dibêjin ku Mursî dixwaze piştgîrîya sîyasî û aborî ya memleketa dewlemenda Sunnî bidest bixe.

Li gor Abdulezîz Sagir, birêveberê Sentera Lêkolînên Kendavê, Erebistana Saudî alîkarîya Misirê dike û herî kêm 4.5 milyar dollar wek alîkarîyên diravî pêşkeşî Qahîrê dike. Erebistana Saudî herwiha piştgîrîya kerta xwarin û enerjî li Misirê dike.

Li demê serdana xwe bo Erebistanê, Serokê Misirê herwiha diçe bajarê pîrozê Mekke.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--