Serokê Venezuêla Hugo Chaves dibêje ku wî nexweşîya şêrpencê derbas kir û nuha amade ye kampêna xwe destpê bike jibo hilbijartina serokatî.
Chavêz li bajarê Caracas, paytexta Venezuêla, got ku rewşa saxlemîya wî pir baş e.
Ev salek e Chavez yê 57-salî li welatê Kûba çareserîyê jibo nexweşîya xwe distîne.
Hilbijartina serokatî li roja 7’ê meha 10 li Venezuêla birêve diçe.