Çarşem, 22 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 03:39

Herêmên Kurdan

Rojnamevan Turan: Dersên Kurdî yên Bijartî Gaveke Erênî ye

x

Multimedia

Deng
Mezinahîya nivîsê - +
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan berî demekê ragihandibû ku ewê di xwendingehan de dest bi dersên Kurdî yên bijartî bikin.

Di hevpeyvîna Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka de rojnamevan Salih Turan li ser vê babetê dipeyîve û qala amadekarîyên hikûmetê dike.

Birêz Turan dibêje, tevî ku dereng mabe jî, gaveke erênî ye ku di xwendingehan de dersên Kurdî wê bêne dayîn û hewce ye Kurd piştgirîya vî karî bikin.

Salih Turan ku di hemen demê de berpirsê malpera www.Nucexane.com e dibêje, ew geşbîn e ku di demên were de rewşa zimanê Kurdî baştir be.
Ev forume hate girtin.
Rêkxistina şîroveyan
Şîrove
     
Nivîser: Sait Pektaş Ji: USA
10.07.2012 14:11
Dersa Kurdî di xwendegehan da bête fêrkirin wek dersek bijarte gavek erênî nîne lê gavek sexte û xapînok e. Armanca hikûmetê bi vê bincetê ew e ku pirsgirêka kurdî çareser neke û vê pirsgirêkê di nav zeman da belav bike û di encamê da jî kurdan têxe xewek kûr. Lê ev yek ne mumkun e. Eger dersa Kurdî ji bo azarokênTirkan û etnîsîteyên dî bête fêrkirin, rast e ev gavek erênî ye. Lê, eger ji bo zarokên kurdan ev ders bibe dersek bijarte ev tiştek pêkenok û komîk e.Tirkî di çi qadê de ye, divê kurdî jî di wê qadê da be...

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--