Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 02:41

Tirkîye

Tirkîye Operasyoneke Dijî Qaçaxcîtîya Muxaderatan Dike

x
Mezinahîya nivîsê - +
Karbidestên Tirk dibêjin li dijî qaçaxcîtîya muxaderatan (maddeyên hişbir) serhildayan Kurd operasyoneke fireh hate kirin û tê de de 1700 polîs û leşker beştar bûn.

Karbidest dibêjin operasyona li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) li başûrê rojhilata welêt hate kirin.

Walîyê Dîyarbekirê Mustafa Toprak da zanîn ku operasyon waxtekî zûtir ya Çarşemê destpê kir û êrîş li dijî malekê ku tê de muxaderat dihate çêkirin, hate pêk anîn.

Welatên Yekbûyî yên Amerîka, sala çûyî jiber qaçaxcîtîya muxaderatan jimareke tole û cezayan li ser rêberên Partîya Karkerên Kurdistanê danabûn.

PKK ji salên dirêj vir ve şerekî dijî hikûmeta Tirkîyê dike ku li başûrê rojhilata wî welatî otonomîya Kurdan dest bixe.

Wezareta Xezîne ya Amerîka îdîa dike ku PKK li seranser Ewropayê qaçaxcîtîya muxadaretê dike û bi vî awayî kiryar û çalakîyên xwe fînanse dike.
Ev forume hate girtin.
Şîrove
     
Ev forume nehatîye şîrove kirin. Bibe yekemîn kes ku vê forumê şîrove bikî.

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--