Polîsên Amerîkî dibêjin di êrîşeke dijî sînemayeke de, herî kêm 12 kes li eyaleta Colorado’yê hatine kuştin û 38 kesên din jî birîndar bûn.
Êrîş di nîşandana yekê ya filmê “The Dark Knight Rises” de, li bajarê Aurora hate kirin. Karbidest dibêjin, mirovekî bi rûberk êrîşî sînemayê kir û pêşî gazê îsotê reşand ser temaşevanan û dû re jî gule barand ser wan.
Karbidestên ewlekarîyê didine zanîn ku wan êrîşvan li dervayê avahîya sînemayê desteser kirîye.
Serokê Amerîka Barack Obama êrîş şermezar kir û wekî kiryareke hovane binav kir. Serok Obama programa xwe ya hilbijartinê, ser xatirê qûrbanîyan betal kir û vegerîya Washingtonê.
Filmê “The Dark Knight Rises” filmê herî dawî ya filmê “Batman” e.