Yeşem, 19 Meha Pênc, 2013 Demê Xwecihî 04:19

Sûrîye

Serokwezîrê Tirkîyê Erdogan: Em Nahêlin ku Herêmeke Kurdî li Sûrîyê Were Damezrandin

x

Rapirsî ya babetê

The poll is loading, please wait ...
Poll archive
Mezinahîya nivîsê - +
Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje, welatê wî dê nehêle ku herêmeke Kurd li Sûrîyê were damezrandin.

Axaftinên Erdogan hatin dan, piştî hate ragihandin ku Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) pênc bajarên Kurd li seranserî sînora navbera Sûrîyê û Tirkîyê kontrol kiriye.

Tirkîyê di xemê de ye ku damezrandina desthilateke Kurd li bakurê Sûrîyê dikare bibe bingeh jibo serhildayên Kurd yên ku jibo otonomîyê li başûr rojhilata Tirkîyê şer dikin.

Erdogan dibêje, hêzên çekdar yên Tirkîyê û desthilatdarên din ji nêzîk ve vê rewşê dişopînin.

Serokwezîrê Tirkîyê her wiha dibêje, Wezîrê Derve yê welêt dê ligel karbidestên hikûmeta Kurdistana Îraqê kom bibe da ku xem û fikarên Tirkîyê bigihîne wan.

Bi alîyekî din ve, hêzên opozîsyona Sûrî li Qeterê, jibo pêkanîna rêberîyeke yekbûyî kom dibin da ku rêverbirîyeke qonaxî da valahîyê dagire, eger serhildayan rejîma Beşar El Esed hilweşîne.

Kombûna ku îro Pêncşemê li Dohayê tê kirin, wekî yek ji girîngtirîn hewildanên lihevanîna grûbên cuda yên opozîsyonê ye ku hewil dide ku ji cîhanê re dîyar bike ku ew dikarin bibin alternatîva Esed.
Ev forume hate girtin.
Rêkxistina şîroveyan
Şîrove
     
Nivîser: huseyin Ji: istanbul
02.08.2012 11:46
spas Denge Amerika


Nivîser: Tengezar Ji: Qamişlo
26.07.2012 11:40
Ev Erdoganê ser kundir eşker dijmintîya Kurdan dike, çi li Kurdistana Sûrîyê, çi li Kurdistana Tirkîyê. Pêwîst e hêzên Kurd xwe bidin ser hev û li hember hewildanên Erdogan rawestin

Nûtirîn VÎdyo

Loading
12:00:00 / -:--:--